Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Rojavaya zorbêj di tevahiya cîhanê da roj bi roj lawaztir bûye
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyama bo heciyên Beytullah ul-heram ragihand: Rojavaya zorbêj li navçeya me ya hestyar û vê dawiyê di tevahiya cîhanê da roj bi roj lawaztir bûye.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da her wiha ragihand: Roja îro êdî Lîberalîzm û Komonmîzm wek destkefta herî girîng a şaristaniyeta welatên rojavayî, wek sed sal pêş û pêncî sal pêş nemaye; Avrûya demokrasiya li dor mihwera pere ya welatên rojavayî tûşî nîşanpirsên cidî bûye û ramanwerên rojavayî mukir tên ku tûşî ssergerdanîya zanistî û marîfetî bûne.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tekez kir: Em dikarin şepirzetî û serneketina Amerîkayê û hevkara wê ya cinayetkar yanî rejîma xesbker li navçeyê di qada bûyerên Filisstîn, Libnan, Sûriye, Iraq, Yemen û Efxanistanê bi aşkiratî bibînin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser dûhatên ron ên hişyarî û hayjixwebûna îslamî û diyarbûna diyardeya ecêb a Berxwedanê, got: Qada Filistînê ji dîmenên vê diyardeya ecêb e ku kariye rejîma bêhefsar û zorbêj a siyonîst ji rewşa êrîşkerî û tirsandinê bikişîne rewşa berevanî û bêtevgeriyê û pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî yên aşkira yên niha li ser wê bisepîne; Mînakên ron ên Berxwedanê jî em dikarin li Libnan, Iraq, Yemen û hin cihên din bi aşkiratî bibînin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bi gotina vêya ku roja îro dinya şehedê mînakeke serketî û nimûneyeke serfiraz a hêz û hakimiyeta îslamî li Îrana Îslamî ye, got: Di serê lîsteya van xalên bingehîn da, hakimiyeta îslamî di qanûndarêştin û cihanînê, palpiştiya bi engên gel di girîngtirîn meseleyên rêvebirina welêt, serxwebûna siyasî ya tam û palpiştînekirina bi hêzxurtên zorbêj in; Û ev xal in ku dikarin bibin cihê lihevciviyana milet û dewletên misilman û Umeta Îslamî di alîgirî û hevkariyan da yekgirtî û yekparçe bike.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yekîtî û manewiyet wek du hêmanên bingehîn ên hecê û du hokarên serfirazî û bextewariya îslamî dan zanîn û tekez kir: Cîhana Îslamê tijî ji xortên bi vîn û dilgeş e û sermiyana herî mezin ji bo avakirina pêşerojê, hêvî û xwebawerî ye ku roja îro li Cîhana Îslamê û bi taybet li welatên vê navçeyê berbiçav e; Erka me giştan e ku vê sermiyanê biparêzin û zêdetir bikin.