Reîsî: Hêzên çekdar ên Îran û Pakistanê şert û mercên ewlekarî yên baş li ser sînoran çêkirine
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Pêwendîyên baş ên hêzên çekdar ên Îran û Pakistanê, şert û mercên ewlehî yên baş li sînorên du welatan dabîn kirine.
Li gorî rapora IRNA`yê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî îro sêşemê li hevdîtina bi Nedîm Riza, serokê desteya hevpar a artêşa Pakistanê, spasiya hevkariyên dewleta Pakistan û artêşa Pakistanê ji bo baştirkirina rewşa ewlehiyê li ser sînorê Îranê kir.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku hebûna hêzên Amerîka û NATO`yê ji du deh salan li Efxanistanê ji bilî kuştin û wêrankirinê tu encamek din bo vî welatî nebû û got: Pêwîst e Talîban aştî û pêşketinê li Afganîstanê pêk bîne bi avakirina hikûmeteke berfireh ku tê de hemû qewm û komên etnîkî têda beşdar bibin.
Serokê Komîteya Hevbeş a Sererkanê Hevbeş a Artêşa Pakistanê Nadim Riza di vê hevdîtinê de got: "Weke Serokê Sererkanê Hevbeş, min hertim bawer kir ku Îran dostê nêzîk yê Pakistanê ye. Vêca serdanên zav ên dîplomatîk ên berpirsên Pakistanî bo Îranê di heyama mehekê de, nîşana hezkiriname berjewendiya me i bo berfirehkirina peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê ye.