Hezîran 25, 2022 12:33 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û şêwirmendiya “Emîr-Ebdullahiyan” bi berpirsê siyaseta derve ya YE

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Şemiyê li Tehranê bi berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.

Biryar e Wezîrê Derve yê Îranê û Borrell ligel rojnamevanan beşdarî civîneke rojnamevanî ya hevbeş bibin.

Li gor gotina Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, di vê serdanê de ku di çarçoveya şêwirên berdewam ên navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de ye, dê li ser peywendiyên dualî, hin mijarên navçeyî û navneteweyî û herwiha rewşa dawî ya danûstandinên rakirina dorpêçan were gotûbêjkirin.

Serepeyv