Hezîran 24, 2022 22:52 Asia/Tehran
  • Berdevkê Kremlînê: Pûtîn wê teqez serdana Îranê bike

Berdevkê Kremlînê got: Serokê Rûsyayê dê bi awayekî teqez di demekê de serdana Îranê bike, lê heta niha dîroka rast nehatiye zanîn.

Berdevkê Koşka Serokatiyê ya Rûsyayê Dmitriy Peskov ji ajansa nûçeyan a Tassê re got: "Serokomar Vladimîr Pûtîn teqez dê di demekê de serdana Îranê bike, lê dema vê serdanê hîna ne diyar e."

Berdevkê Kremlînê li ser pirsa îhtîmala serdana Pûtîn a Îranê û beşdarbûna di civîna Astanayê de jî got: Serokê Rûsyayê teqez dê serdana Tehranê bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Pêncşemê hêvî xwest ku civîneke navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê li Tehranê were lidarxistin.

Wî her wiha got, plana lidarxistina civîneke bi vî rengî beriya belavbûna Koronayê hatibû ragihandin, lê ji wê demê ve ev bûyer gelek caran hatiye paşxistin.

Ji aliyê din ve wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemê mazûvaniya Sêrgî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê kir û piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Rûsiyê li civîneke çapemeniyê ya hevpar beşdar bû.

Serepeyv