Hezîran 24, 2022 18:22 Asia/Tehran
  • Borrell îşev serdana Tehranê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê serdana îşev (înê) ya berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bo Tehranê axift.

Rêvebiriya Serokê Amerîkayê Joe Biden ku îdiaya nêzîkatiya dîplomatîk a li hemberî Îranê û hewla vegerîna ser Rêkeftina Navokîike dike, heta niha ji bo nîşandana îradeya xwe tu gavek neavêtiye.

Piraniya welatên beşdar di danûstandinan de dixwazin danûstandin bi leztir bên encamdan, lê bidestxistina rêkeftineke dawiyê li benda biryarên siyasî yên Amerîka derbarê çend mijarên sereke yên mayî ye.

Li vê barê li gorî rapora IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, ji sefera îşev a "Josep Borrell" berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê bo Têhranê ji bo hevdîtina bi "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Îranê û hin berpirsên din ên Îranê xeber da.

Li gor gotina berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, di vê serdanê de ku di çarçoveya şêwirên berdewam ên Îran û Yekîtiya Ewropayê de ye, dê li ser peywendiyên dualî, hin mijarên navçeyî û navneteweyî û her wiha rewşa dawî ya gotûbêjên li ser rakirina dorpêçan were gotûbêjkirin.

Serepeyv