Wezîrê Derve yê Pakistanê gihîşt Tehranê
Wezîrê karên derve yê Pakistanê ji bo hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya şanda siyasî-aborî de gihîşt Têhranê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Bilawel Bhutto Zerdarî wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî gihêştina Têhranê ji aliyê alîkarê sekreterê giştî û rêvebirê giştî yê başûrê Asyayê yê Wezareta karên derve ya Îranê ve hat pêşwazîkirin.
Ev yekem serdana berpirsekî pilebilind ê Pakistanê bo Îranê di hikûmeta nû ya Îslamabadê de ye.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê piştî hevdîtinên fermî yên digel serokomar, wezîrê karên derve û wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê, dê sibê, Çarşemê seredana Herema pîroz a hezretê Riza (S) îmamê heştemîn ê şîeyan li Meşhedê bike.
Serdana Bilawel Bhutto Zerdarî bo Îranê hevdem e bi 75emîn salvegera pêkanîna peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatên cîran û dost ên Îran û Pakistanê de.