Şêwirmendiya Emîr-Ebdullahiyan bi hevtayên xwe yên welatên ku jêderê bahoza qûm û tozê li herêmê ne
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi hevtayên xwe yên li welatên ku jêderê bahoza tozê ne û tûşî qeyrana jîngehê ya ku ji ber belavbûna berfireh a tozê li navçê ne, şêwirî û peywendî pêk anî.
Girseyeke mezin a qûm û tozê li Iraqê roja Sêşemê ya vê hefteyê derbasî Îranê bû û bandor li parêzgehên rojava û sînorî yên vî welatî kir.
Ev girseya mezin a tozê gihiştiye parêzgehên din ên Îranê ji wan parêzgeha Tehranê û roja çarşemiyê jî ji ber bilindbûna tozê, dibistan, zanîngeh û dezgehên hikûmetê li Tehranê hatine daxistin.
Li dû zêdebûna diyardeya tozê li navçê û fermana tund a serokomarê Îranê "Seyîd Îbrahîm Reîsî" ji bo şopandina bilez, "Hisên Emîr Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hevtayên xwe yên li welatên bi eslê xwe jêderê tozê ne an jî ji ber krîza hawirdorê û toza ku li herêmê belav bûyê ketine ber bandorê namên cida şandin.
Emîr-Ebdullahiyan di van naman de nivîsiye; Komara Îslamî ya Îranê ji bilî hevkariyên teknîkî yên dualî ji bo kontrolkirina tozê, xwazyarê girêdana peymanek herêmî bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî û ajansên wê yên pispor, bi taybetî Bernama Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye.
Di nama wezîrê karên derve de hatiye: Pêwîst e di çarçoveya vê peymanê de sindoqek ku alîkariyên navdewletî û navçeyî jê re tên razandin, bê avakirin û di zûtirîn dem de ji perê vê sindoqê li dijî diyardeya toz û çolbûnê têkoşîn bê kirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê di beşeke din ji nama xwe de; nivîsiye: Ev diyardeya jîngehê sînoran nas nake û bi tenduristiya hemû gelên herêmê ve girêdayî ye, lewma pêwîst e hemû hikûmetên herêmê bêyî berçavgirtina mijarên siyasî, bi awayekî cidî û bi bandor beşdarî çareserkirina kirîza tozê bibin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha diyar kir ku pêştir bi hevtayên xwe yên Îraqî, Sûrî, Kuweytî û Tirkî re bi rêya telefonê li ser pêwîstîya kiryara dualî û komî ji bo nehiştina toz û çolbûnê axifiye.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bang li wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên kir ku girîngiyê bide hizra Erebistana Siûdî wekî çavkaniya din a vê qeyranê.