May 25, 2022 23:59 Asia/Tehran
  • Reîsî rêxistina Jîngehparêz û Wezareta Derve ya Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka qirêjiya hewayê wezîfedar kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê amaje bi zêdebûna qirêjiya hewayê kir û destnîşan kir ku Rêxistina Jîngehparêz û Wezareta Karên Derve wezîfedar in li gotûbêja bi welatên cîran re ku çavkaniya van qirêjî û gemaran in, pirsgirêkê çareser bikin.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja çarşemê li rûniştina civata wezîran, "hewa paqij" yek ji mafên gel bi nav kir û bal kişand ser zêdebûna pîsbûn û qirêjiya hewayê li parêzgehên curbicur ên Îranê  û got: Tenduristiya mirovan pirsgirêkek jiyanî ye û qirêjiya hewayê ji mirovan re nayê tehemûl kirin.

Reîsî got, "Mirov nikare her roj bibe şahidê rewşeke wiha û li bendê ye ku hikûmet vê mijarê bi awayekî cidî bişopîne û çareser bike."

Li gorî vê yekê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê serokê saziya parastina jîngehê û wezîrê karên derve yê Îranê wezîfedar kirin ku bi gotûbêja digel welatên cîran ku jêder û çavkaniya gemariyan in, bêyî ku dereng bimîne, pirsgirêkê çareser bikin.

Serepeyv