Li 900 bajar û gundên Îranê Roja Cîhanî ya Qudsê tê lidarxistin
Serokê Civata Hevahengiya Propaganda Îslamî amaje bi meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li 900 bajaran kir û got: Zêdeyî 5 hezar wênegir, rojnamevan û kameramanên xwecihî û nûçegihan ên biyanî nûçeyên roja meşên mezin Roja Qudsê dişopînin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Îranê Press News`ê, Hucetolislam "Mihemed Husên Mûsapûr" Serokê Lijneya Hevahengiya Propaganda Islamî roja çarşemiyê li civîneke çapemeniyê li bara roja cîhanî ya Qudsê got: Îsal piştî du salan navber li lidarxistina meşa giştî ya roja cîhanî ya Qudsê ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê hevahengiya pêwîst ji bo lidarxistina meşa Roja Qudsê hevdem ligel Tehranê li zêdetir ji 900 bajarên din pêk hatiye û bi şopandina rêkarên tenduristiyê û rengbendiya parêzgehan ev meşên mezin ji mizgeftên mezin û meydanên sereke ber bi nimêjgehên înê ve tên lidarxistin.
Hicetullah Mûsapûr herwiha got: Her wiha rêûresmên roja cîhanî ya Qudsê dê li zêdetir ji 90 welatên cîhanê bi amadebûna misilman û xelkê azad ji olên din ên îlahî bo piştevanîkirina ji Qudsê û Filistîna mezlûm û mehkûmkirina cinayetên Rejîma Siyonîst ya dirinde meş û kombûnên giştî wê bên lidarxistin.."
Mûsapûr herwiha ji lidarxistina konferanseke mezin a Filistîna mezlûm li yarîgeha Xezeyê bi amadebûna gelê mezlûm ê zîvala Xezayê û vîdeoyekê bi axaftina "Seyd Hesen Nesrullah" Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Serdar "Îsmaîl Qaanî" Fermandarê Giştî yê Sipahê Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê û rêberên din ên berxwedanê, xeber da û got: Kongreya Qudsê roja Pêncşemê (îro) bi amadebûna xwendekar û xwendekarên dersên olî yên xort û beşên din ên xelkê li salona civînan a hêlîna sîxuriyê ya Şeytanê Mezin ya berê tê lidarxistin.