Reîsî li hevdîtina wezîrê berevaniya Çînê: Rayedarên ên Îran û Çînê îradeyek cidî ji bo berfirehkirina peywendiyên stratejîk hene
Serokomarê Îranê li hevdîtina bi wezîrê berevaniya Çînê re tekez kir: Rayedarên pilebilind ên Îran û Çînê bêyî berçavgirtina pêşhatên navneteweyî, îradeyek cidî ji bo berfirekirina peywendiyên stratejî yên demdirêj hene.
Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro çarşemê li hevdîtina tev general Wuyu Feng wezîrê berevaniya Çînê, destnîşan kir ku geşedanên navçeyî û cîhanî nirxa hevkariyên stratejîk ên Îran û Çînê ji berê zêdetir nîşan dide û got: "Yekalîxwazî". Û serdestxwaziya bi armanca kontrolkirina welatan û rêgirtina li ber geşepêdana aborî ya berdewam a cîhanê pêk tê û rabûna li ber yekalîtiyê û avakirina aramî û serûberiyê tenê bi hevkariya hêzên serbixwe û hemfikir pêkan e."
Serokomarê Îranê bi diyarkirina vê yekê ku li Îranê zemînên guncaw ji bo veberhênanên mezin hene, got: şiyanên bêhempa yên Îranê di warê veguhestin û tranzîta navçeyî, şiyanên Îranê di ewlehiya cureyên enerjiyê, herwiha hevkariyên jbinavahî yên navçeyî, ji bo hevkariyê di warê veberhênanê de bingehên cidî ne."
Reîsî amaje bi vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî jî kir û got: “Amerîkiyan dixwestin bi binpêkirina Rêkeftina Navokî, Îranê bixin bin zexta herî giran, lê roja îro bi awayekî fermî îtîraf dikin ku di zexta herî zêde li ser Îranê bi ser neketin."
Serokomarê Îranê tekez kir: Neteweya Îranê nîşan daye ku bi berxwedan û îsrara xwe dikare maf û daxwazên xwe yên îdeal bi dest bixe.
Wezîrê berevaniya Çînê jî li vê hevdîtinê got: Xurtkirina peywendiyên Îran û Çînê bi taybetî di rewşa aloz û bi krîz a niha ya cîhanê de ji bo navçe û cîhanê hertim ewlehiyê dixuliqîne û her du welat dikarin di hemû mijarên cîhanî de hevkariyê bikin û aştiyê pêş bixin û alîkariya aramî û ewlekariyê li cîhanê bikin.
General Wuyu Feng got, "Yekalîbûn berfirebûn û mezinbûna aborî ya domdar a cîhanê asteng dike."