Nîsan 24, 2022 13:55 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê desteya danûstandinan a Îranê: Nakokiyên navxweyî yên Waşîngtonê rê li rêkeftinê digire

Şêwirmendê desteya muzakereyên Îranê li ser pêvajoya muzakirên Viyenê tekez kir: Nakokiyên navxweyî yên Waşîngtonê li pêşiya gihîştina rêkeftina navokî asteng in.

Rawêjkarê desteya muzakereyên Îranê Seyd Mihemed Merendî li ser hevdîtinên Viyenê ji IRNAyê re axivî û got: Nakokiyên navxweyî yên Waşîngtonê rê nade ku lihevkirinek pêk were.

Merendî her wiha got: Li gorî amerîkiyan, Îranê kariye li Viyenê tawîzên girîng bidest bixe, ji ber vê sedemê jî hinek kes di dema gotûbêjan de ji nav desteya şanda Amerîkayê îstifa kirin û wek nerazîbûn ji tîma xwe derketin.

Şêwirmendê desteya muzakereyên Îranê got: Amerîkiyan ji roja dawî ya danûstandinan ve gav bi gav ber bi rêkeftina dawî ve lawaz û bûne û sistî ûdilsarî jib xwe nîşan dan.

Wî di dewamê de diyar kir: Di rojên dawî yên danûstandinan de, kar bi lez pêşve diçûn, lê li ser mijarên cûrbecûr, ji wan verastkirin, rakirina sizayan, garantîkirin û herwiha gengeşeya derbarê Sipahê Pasdaran, Amerîkîyan bi yekcarî dest ji danûstandinan berdan.

Bi derbasbûna nêzîkî meh û nîvekê ji danûstandinên Viyenê, pevguhertina peyaman di navbera Îran û Amerîkayê de, bi rêya Enrique Mora, berpirsê danûstandinan ê YEyê li gotûbêjên Viyenê, pêk tê û Komara Islamî ya Îranê çendîn caran tekez li ser vê yekê kiriye ku ji cixîzên xwe yên sor derbas nabe û heta wan kurt jî nake.

Serepeyv