Berdevkê Wezareta Derve: Vejiyandina Rêkeftna Navokî di berjewendiya me de ye
Wezareta Derve dibêje, di van mehên dawî de di danûstandinên Viyenê de pêşketinên girîng çêbûne, cudahî hene û dema rast ya rêkeftinê jî ne diyar e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price ji PBS re got: "Hin nakokî hene ku hîn çareser nebûne. Em hîn jî bi awayekî aktîf li dû çareserkirina pirsgirêkên mayî ne. Ji ber ku em berdewam di wê baweriyê de ne ku vegereke dualî ji bo cîbicîkirina tam a Rêkeftina Navokî dê bibe sedem pêşiya berfirebûn û zêdebûna çekên navokî were girtin, ku eva ji bo ewlehiya me ya niştimanî gelek sûdmend e."
Amerîka hewil dide ku topa bavêje meydana Îranê û Tehranê bi nezelaliya heyî ya li ser têkçûna danûstandinên Viyenayê tawanbar bike. Eva di demekê de ye ku Îranê gelek caran daxwazên xwe bi zelalî û eşkera aniye ziman.
Îranê di warê pêşxistina navokî de gavên mezin avêtine û di rastiyê de ev yek bûye sedem ku hikûmeta Biden nêzîkatiya xwe ya niha ya vegerê bo Rêkeftina Navokî bi mebesta vegera Îranê li ser cîbicîkirina sozên xwe yên IAEA bipejirîne.
Îranê çendîn caran helwesta xwe ya bingehîn di vê derbarê de, anku rakirina hemû sizayan, piştrastkirina vê babetê û dayîna garantiyê ji aliyê Amerîkayê ve bo venekişîna ji Rêkeftina Navokî ragihandiye û daxwaza cîbicîkirina wan kiriye.
Tehranê ragihandiye, eger aliyên Amerîkî bi awayekî realîst tevbigerin, dibe ku li Viyanayê em bigihin rêkeftinekê.