Şanda Wezareta Derve ya Talîbanê serdana Îranê dike
Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Demkî ya Koma Talîbanê ya Efxanistanê ji serdana şanda Wezareta Derve ya vê komê bo Îranê di demeke nêzîk de xeber da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Enamullah Semenganî, alîkarê berdevkê Talîbanê li ser peywendiya telefonî ya şeva buhurî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Emîr Xan Mutteqî wezîrê karên derve yê Talîbanê got: Di vê axaftinê de her du aliyan eşkere kirin ku ew rê nadin grûpên neyar ku bi rêya propagandayê kîn, reşbînî û dûrbûnê di navbera xelkê Efxanistan û Îranê de çê bikin.
Semenganî ji zarê Emîr Xan Mutteqî ragihand: “Şandek ji Wezareta Derve ya Talîbanê dê di demek nêzîk de serdana Tehranê bike û li gel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê derbarê penaberên Efxan ên ku li Îranê dijîn gotûbêj bike.”
Wezîrê Derve yê Talîbanê yê bi wekalet Emîr Xan Mutteqî şeva Duşemê di pêwendiya telefonî bi Wezîrê Derve yê Îranê re soz da wê ewlehiya gişt nûneratiyên dîplomatîk û dîplomatên Îranê li Efxanistanê dabîn bike.