Nîsan 14, 2022 17:36 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya tam a balyozxana Îranê li Kîevê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya tam a navendên dîplomatîk û Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kîevê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" û "Dimitro Kolba" wezîrên karên derve yên Komara Islamî ya Îranê û Ukraynayê roja çarşemê li gotûbêja telefonî li bara kirîza Ukraynayê, pêwîstiya parastina navendên dîplomatîk, şandina alîkariyên mirovî. Alîkarî û mijarên dualî gotûbêj kirin û nêrînên xwe pevguhertin.

Emîr-Ebdullahiyan li ser helwesta Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî şer sekinî û çareseriya siyasî û gotûbêja dîplomatîk riya herî baş û girîng ji bo bidawîkirina şer û pevçûnê da zanîn û got: Komara Islamî ya Îranê hêvî dike ku gotûbêjên di navbera aliyan de bibe sedema aramî û edilîna aşîtiyê navbera du aliyan.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê her wiha bi ragihandina amadebûna Komara Islamî ya Îranê ji bo şandina ekîbên pizîşkî yên Heyva Sor a Îranê bo Ukraynayê bal kişande ser wê yekê ku pêwîst e ewlehîya temam a navendên dîplomatîk û balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kîevê were dabînkirin.

Dîmîtrî Kolba wezîrê karên derve yê Ukraynayê jî sipasiya helwêsta Komara Islamî ya Îranê ya li dijî şerê Ukraynayê kir û got: dewleta Ukraynayê bi hemû hêza xwe ji bo parastina navendên dîplomatîk dê bixebite.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê her wiha bal kişand ser helwesta welatê xwe ya ku dixwaze şer û pevçûn werin rawestandin  û diyar kir ku Ukrayna pêşwaziya berdewamiya gotûbêjan li gel hevtayê xwe yê Îranî dike û hêvîdar e ku peywendiyên dualî li ast û aliyên cuda berfireh bibin

Serepeyv