Li Filîpînê hejmara qurbaniyên lehî û hezazê gehîştin 42 kesan
Nîsan 13, 2022 12:16 Asia/Tehran
Li gor nûçeya CBS News ê, di van rojên davîde hejmara kesên ku ji ber lehî û şimitîna axê jiyana xwe ji dest dane gehîştin 42 kesan.
Rayedarên filîpînî ragehandin li bajarê Baybay yê ser bi herêma Leyte ji ber ku dewam kirina bi şev a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê metirsîdar e, ew xebat rawestandine.
Herwaha 30 hezar malbat ji bo sitargehên rewşên lezgîn hatin veguhestin. Hat ragehandin di hefteya dawîde li herêmên cuda cuda yê li beşên başûr û navîn ya wî walatî de nêzî 200 buyerên wek lehiyê hatine ragehandin.
Li Filîpînê her sal nêzî 20 bahoz û bablîsokan lê diqewme, di sala 2013 de ji ber bahoz û bablîsokan zêdetirî 6 hezar kes mirin û gelek avahî û xanî hilweşiyan.