Nîsan 10, 2022 22:04 Asia/Tehran
  • Nama 250 parlementeran ji Serokomarê Îranê re li ser muzakereyên nukleerî

Serokatiya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê namyek îmzekirî ji aliyê zêde ji 250 parlemanteran derbarê muzakereyên navokî ji Serokomarê Îranê re xwend.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, li dawiya civîna giştî ya îro (Yekşemê) ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, nama bi îmzakirî ji aliyê zêde ji 250 endamên meclisê li bara muzakireyên navokî ji bo "Seyd Îbrahîm Reîsî" serokê Komara Îslamî ya Îranê hat xwendin.

Di beşeke vê namê de ku pêşkêşî serokê Komara Îslamî ya Îranê hatiye kirin, spasiya desteya danustandinan hatiye kirin ji bo hewldanên wan ên derbarê rakirina sizayan û tekezî li ser prensîbên keramet, şerafet û berjiwendiyên neteweyî û ezmûnên derbasbûyî hatiye kirin û piştre behsa çend xalan hatiye kirin.

Di nameyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku ezmûn nîşan dide ku amadenebûna Amerîkayê ji bo dabînkirina garantiyên têr û tesel ji bo aliyê Îranî, nikare mafên gelê Îranê garantî û dabîn bike; herwiha di vê namê de bi bîr hatiye xistin ku mueyîdeyên nû yên ku di dema muzakereyan de ji aliyê Amerîkayê ve li ser hin kes û şîrketan hatine sepandin, nîşan dide ku ev ceza niyeta xirbkarî û neqenc a Amerîkayê têxe ber çavan û pêwîst e di lihevkirina nû ev yek were berçavgirtin.

Di vê namê de desnîşan bûye: "Di danûstandinên nû de, pêwîst e Amerîka garantiyeke yasayî bide ku ewê dîsa ji Rêkeftina Navokî dernekeve û ev mijar bi awayekî tam yasayî di nav dezgehên wê yên biryardanê yên weke Kongresê de were pejirandin, daku ew ji Rêkeftina Navokî dernekevin û ji cihanîna wê re astengan çê neke."

Di vê namê de parlementeran tekez kirin: Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya kotaya ku ji aliyê OPECê ve berî sepandina dorpêçan jê re diyar bûye û li gor rêkeftina firoşer û bikirê neftê bikare petrola xwe bifiroşe û perê wê bi rêya sîstema bankî werbigire.

Di vê namê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku, Meclisa Şêwra Îslamî li gorî yasaya Meclîsê û xêzên sor ên nizamê, her rêkeftinekê ku berjewendiyên gelê Îranê garantî bike, dê piştevaniyê bike.

Serepeyv