Emîr-Ebdullahiyan: Rêya dîplomasiyê vekirî ye
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em ê riya dîplomasiyê ji bo gihîştina lihevkirineke bi rûmet, bi îstîqrar û baş bidomînin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, "Husên Emîr- Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Îranê îro yekşemiyê li yekemîn civîna navenda hemahengiya peywendiyên aborî yên derve ku li wezareta karên derve ya Îranê hat lidarxistin, got: Em dixwazin siza bên rakirin, lê bi rêzdarî û îstiqrar, serokomarê Îranê tekezî li ser wê yekê dike ku nabe em gişt fikr û xebata xwe jî daynin ser danûstandinên Viyenê; Em di gotûbêjên teknîkî yên bi sê welatên Ewropayê re gihîştin encamê.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Di serdana min a Moskowê de, me bi aliyê Rûsî re li hev kir ku eger em li Viyenê lihev bikin, Rûsya nebe asteng.
Emîr-Ebdullahiyan tekez kir: Di heyama du-sê hefteyên borî de, aliyê Amerîkî hew dide şert û mercên nû ferz bike ku li dijî hin xalên naveroka rêketinê ne. Di warê rakirina sizayan de, li derveyî danûstandinan, ew dixwazin şert û mercên nû pêşniyar bikin û ferz bikin. Îran li ser xetên xwe yên sor rawestiyaye û ji vê şûnda jî dê raweste.
Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha di dewamê de got: Serokê Komara Islamî ya Îranê di civînên desteya wezîran de hertim pêgirî dike ku divê wezareta karên derve li gotûbêjên Viyenê hertim li ser rakirina dorpêçan îsrarê bike. Lê divê eva neyê vê wateyê ku gişt fikir û karûbarên me bibe danûstandinên Viyenê, divê hemû sazî ji bo bêbandorkirina cezayan û geşepêdana domdar a li welêt tevbigerin.