Îdîaya nû ya Brîtanî derbarê êrîşa Rûsyayê ser sivîlan li Ukraynayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333119-Îdîaya_nû_ya_brîtanî_derbarê_êrîşa_rûsyayê_ser_sivîlan_li_ukraynayê
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îdîa kir ku Rûsya li Ukraynayê êrîşî sivîlan dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Îdîaya nû ya Brîtanî derbarê êrîşa Rûsyayê ser sivîlan li Ukraynayê

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îdîa kir ku Rûsya li Ukraynayê êrîşî sivîlan dike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê li daxûyaniyekê îdia kir ku êrişên Rûsiyê li dijî sivîlan li Ukraynayê didomin û ev êrişên han li ser herêma Donbass û bajarên Mariupol û Mykolaiv Ukraynayê bi avêtina mûşekên Kruzê berdewam in.

Zêdeyî mehekê bi ser şerê Ukraynayê re derbas bûye û heta niha 25 welatan çekên curbicur ên leşkerî şandine Kiyevê. Rûs israr dikin ku niyeta wan a dagirkirina Ukraynayê tune ye.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.