Nîsan 06, 2022 20:51 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Divê cinayetê li Meşhedê zirarê nede yekitiya ummeta Îslamê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê cinayeta li mezargeha Rezewî şermezar kir û got: Divê netew hişyar bin da ku ev kiryarên sabotaj û cinayetkarane tu carî zirarê nede yekîtî û hevgirtina umeta Îslamî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Baqir Qalîbaf, serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê îro çarşemê li rûniştina giştî ya meclisê got: "Divê em hişyar bibin da ku dijminên vî welatî û mirovên oportunîst û derfetxwaz nekarin ji van cinayetan ji bo têkbirina biratî û dostaniya navbera neteweyan sûdê werbigirin." 

Qalîbaf her wiha got, di dema berevaniya pîroz de gelek ji birayên me yên Efxan ji bo parastina Îranê li qada şer amade bûn û got: birayên me yên Efxan li berdêla ti tiştî di berevaniya pîroz de şer kirin, berevanî kirin, şehîd bûn û birîndar bûn.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ev kiryarên xirab û sabotaj divê tu carî ji bo rûmeta misilmanan û mezinahî û zindîtiya Îslamê ya ji berê zêdetir bi zirar û ziyannebin û divê ku cinayetên wiha hevgirtin û yekitiya umeta Îslamî têk nebin.

Êvariya roja sêşemê mirovekî tekfîrî li hewşa Pêxemberê Ezem (s) ya mezargeha Îmam Riza (es) heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi kêrê êrişî sê ziyaretkirên ruhanî kir; Di êrîşê de şehîd bû û 2 ruhaniyên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.

Êrîşkar jî bi alîkariya hêzên Întizamî û yekîneya parastinê hatiye girtin û radestî hêzên Îstixbarat û ewlekariya Îranê hatiye kirin.

Serepeyv