Emîr-Ebdullahiyan di peywendiya telefonî de bi Guterres re: Lihevkirin derheq danûstandinên Viyenê nêzîk e
Wezîrê karên derve yê Îranê got: "Pêşniyazên Îranê yên di hevdîtinên Viyenê de bi riya danûstandinkarê Yekîtiya Ewropayê ji bo Amerîkayê hatine veguhestin û niha top li qada Amerîkiyan e".
Navenda Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Derve ya Îranê îro Yekşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re li ser pêşhatên dawî yên danûstandinên rakirina boykotên li dijî Îranê axivî û got: Aliyên muzakireyê nêzîkî lihevkirinê bûne û mijarên mayî jî bi riya nûnerê sereke yê YE’yê ji Amerîkayê re hatine ragihandin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ji pêkanîna agirbestê li Yemenê kêfxweşiya xwe anî ziman û pesna rola sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di vê derheqê de da û= jê sipasî kir û got: Dem dema avêtina gavên bingehîn ji bo aştî û aramiyê li Yemenê û bi taybetî rakirina tam a cezayên nemirovane ye.
Emîr-Ebdullahiyan bi ragihandina berdewamiya piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirina kirîza Yemenê û bidawîanîna şer li vî welatî, hêvî xwest ku dorpêça tam a gelê Yemenê hevdem ligel pêkanîna agirbestê bidawî bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê pêşwaziya serdana Hans Grundberg, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Yemenê, bo navçê kir û di warê rojeva Konseya Ewlekariyê ji bo derxistina du daxuyaniyên cuda de derbarê Yemenê got: Îran piştgiriyê dide daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ya ku piştevaniya agirbestê dike, lê daxuyaniya din a ku yekalî ye û bêyî berçavgirtina êrişên Erebistanê ser Yemenê, Hikûmeta Rizgariya Niştimanî ya Yemenê şermezar dike, neavaker û neçêker e.
Sekreterê giştî yê NYê jî gotûbêjên Viyenê giring nirxand û hêvî xwest ku her du alî di zûtirîn dem de bigihêjin rêkeftinekê.
Guterres di pîrozbahiya meha Remezanê de destnîşan kir ku bernama bi navê "Însiyatîfa Hevgirtinê ya Remezanê" ku ji bo aştî û çalakiyên însanî pêk tê wê bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî.
Wezîrê karên derve yê Îranê û sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha li ser mijarên din ên navneteweyî ji wan Efxanistan û Ukraynayê jî gotûbêj kirin.