Adar 27, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Bi dîtina potansiyela aborî divê siza bên bêbandorkirin

Wezîrê karên derve yê Îranê anî zimanku divê mirov li benda gotûbêjên Viyenê nemîne û got: Bi dîtina potansiyela aborî, divê siza û dorpêç bên bêbandorkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevpeyvînekê de ligel IRIB Newsê ku êvara Şemiyê hat weşandin, got: Hemû wezaret û dezgehên pêwendîdar ên hikûmeta Îranê gişt fikr û xebata xwe danîne ser geşepêdana berdewam a aborî di welat de û bi vê nêrînê û piştgirtina li ser şiyanên navxweyî, emê bikarin dorpêçan bêbandor bikin.

Emîr-Ebdullahiyan got, nabe mirov li benda danûstandinên Viyenê bimîne û aboriya Îranê bi encamên ku dê li wir bidest bikevin ve girêbide û di dewamê de got: Hevdemê vê yekê di nav dezgeha dîplomatîk a Îranê de, em bi cidî li ser wê telîmat û destûra ku di hikûmet û pergala me de ji me re hatiye diyarkirin û ragihandin disekinin, ew jî berdewamiya gotûbêj û danûstandinên Viyenê bo rakirina dorpêçan e.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku zêdegaviyên Amerîkayê astenga sereke ya li ber qonaxên dawiyê yên gotûbêjan e û got: Zêdexwazî û zêdegaviyên Amerîkayê ew qas in ku heta sê welatên Ewropayê yên wekî  Fransa, Almanya û Brîtanyayê jî li ser maseya gotûbêjan rexne li Amerîkayê girtin.

Serepeyv