Adar 19, 2022 00:24 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê înê yê Tehranê: Durûbûna standardên mafên mirovan destpêka bidawîhatina desthilatdariya rojava ye

Pêşnimêjê înê yê demkî yê Tehranê, bal kişande ser kiryara tepeserker a rejîma Alê-Siûd di îdamkirina bi komî ya bi dehan ciwanên Erebistana Siûdî, du pîvanên mafên mirovan wek destpêka bidawîhatina deshilata rojava û hilweşîna deshilata wê da zanîn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî di 12ê Adarê da di rojekê da 81 kes îdam kirin û li welêt binpêkirina mafên mirovan dewam dike.

Di nav wan kesên ku hatine bidarvekirin de 41 xortên şîe yên Siûdiyê yên Qetîf jî hebûn ku pêştir ji aliyê hikûmeta Siûdiyê ve bi hincetên cuda hatibûn girtin û zîndanîkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hûcetulîslam wel-Mislimîn, Seyd Muhemed Hesen Ebû Turabî Ferd li xutbeyên olî-siyasî yên nimêja îniyê ya vê heftiyê ya Têhranê got: Serokwezîrê Brîtanyayê vê dawiyê ji bo piştgirîkirina ji cinayetên Rejîma Siûdî çû wî welatî. Divê em bi rastî li hember van standardên dualî çi bikin?

Hûcetulîslam wel-Mislimîn Ebû Turabî el-Ferd jî got, "Eger hûn bi rastî ji mafên mirovan re têkildar in, çima hûn yekser piştî vê sûcê hovane diçin vî welatî da ku bi piştgiriya xwe fukarên wî ji nav bibe."

Pêşnimêjê înê yê demkî yê Tehranê, dibêje, ev pîvanên dualî yên mafên mirovan destpêka dawîhatina desthilatdariya rojava û rûxandina pergala hegemonîk a wê ye.

Serepeyv