Daxuyaniya Sipahê Pasdaran: Navenda stratejîk a komplo û şerûtiya Siyonîstan bû hedefa mûşekên Sipahê Pasdaran
Peywendiyên Giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxûyaniyekê bal kişande ser armanckirina navenda stratejîk a komplo û şerûtî û xirabiya Siyonîst bi mûşekên hedefgir û tekez kir: Dubarekirina her şerûtî û xirabiyekê dê rûbirûyê bersivên tund, bibiryar û wêranker bibe.
Peywendiyên Giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxûyaniyekê balkişande ser armanckirina navenda stratejîk a komplo û şerûtî û xirabiya Siyonîst bi mûşekên hedefgir û tekez kir: Dubarekirina her xirabiyekê dê dîsa rûbirûyê bersivên tund, bibiryar û wêranker bibe.
Piştî operasyona berfireh a mûşekî û roketan, konsulxana Amerîkayê ya li Hewlêrê alarmê da û hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ketine amadebaşiyê.
Li gorî rapora Sepah News`ê, li pey cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst û hedefgirtina "Navenda Stratejîk a Komplo û Xerabiya Siyonîstan", Navenda Têkiliyên Giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi daxûyaniyekê ragihand: Li dû cinayetên vê dawiyê yên Rejîma sexte ya siyonîst û ragihandinên berê derbarê vê yekê ku cinayet û şerûtiyên vê rejîma hov bê bersiv namîne, şeva buhurî "Navenda Stratejîk a komplo û şerûtî û xirabiya siyonîstan" bû hedefa mûşekên bihêz û nîşangir ên Pasdarên Înqilaba Îslamî.
Di vê daxuyaniyê de ku arasteyî gelê Îranê hatiye kirin, hatiye ragihandin: Ewlehî û aramiya welatê Îslamê, xeta sor a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye û rê nadin ku ti kes gef û êrişa ser wê bike.