Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Ukrayn goriya siyasetên Amerîkayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332263-rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_ukrayn_goriya_siyasetên_amerîkayê_ye
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Amerîka rejîmeke mafyayî ye, Ukrayn jî goriya siyasetên Amerîkayê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2022 08:00 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Ukrayn goriya siyasetên Amerîkayê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Amerîka rejîmeke mafyayî ye, Ukrayn jî goriya siyasetên Amerîkayê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di salroja Cejna Meb'esê di axaftineke televîziyonî da her wiha got: Rejîma Amerîkayê mînaka tam a Cahilyeta Nûjen e; Ev rejîm, rejîmeke qeyranzê û qeyranjî ye û bi rêya pêkanîna qeyranan li cîhanê jiyana xwe didomîne.

Wî got: Amerîka bi têketina nav meseleyên Ukraynê û birêxistina kombûnanû pêkanîna darbeya rengî tenahiya vî welatî aloz kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza rawestandina şêrr li Ukraynê dike.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Hemî tişt ji cîhana îro ji bo dewlemendbûna kompanî û kartelan e, her wiha zanist ji bo kuştina mirovan tê bikaranîn; Li cihekî bi bikaranîna vê zanistê vaksînê çêdikin ku canê mirovan rizgar dike û li cihekî din ji bo çêkirina çekan bi kar tînin ku bi dehan beranberî kesên ku hatine rizgarkirin, ji nav dibin.

Şiroveya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî piştî wergirtina ji Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê were weşandin.