Sibat 28, 2022 00:32 Asia/Tehran
  • Gihîştina termê paqij ên 72 şehîdên Berevaniya Pîroz bo welatê Îrana Îslamî

Meytên pak û paqij ên şehîdên canfida yên Îrana Îslamî di hembêza Îrana Îslamî de cih girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Radyo û Televîzyona Îranê, 72 şehîdên canfida yên Îrana Îslamî piştî 34 salan dûrketina ji welêt, ji aliyê xelkê Abadan û Xuremşehrê yên başûrê rojavayê Îranê ve hatin pêşwazîkirin û di hembêza Îrana Îslamî de cih girtin.

Meytên van zarokên pakrewan ên Îrana Îslamî di salvegera şehadeta Îmam Mûsa îbni Jefer (S) de li ser milê pêşengên bereyên Berevaniya Pîroz û hêzên çekdar, karwanên Riya Nûrê (Ronahiyê) û malbatên şehîdan derbasî welêt bûn da ku piştî bi salan dûr ji welatê xwe di nav axa welêrt bigihêjin aramiyî.

Li gorî gotina Fermandarê Komîteya Lêgerînê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, serdar sertîp Muhemed Baqirzade, ev şehîdana di dawiya şerê ferzkirî de, di operesyonên Walfecrê yan destpêkê de ya Xyber, Bedir, Kerbela 5 û dij-êrişa dijmin şehîd bûne. Û li deverên Fekke, Mecnûn, rojhilatî Dicle, û Şelemçê hatine dîtin.

Serepeyv