Sibat 25, 2022 10:58 Asia/Tehran
  • Erkantiyek li Wezareta karên derve ya Îranê derbarê alûgorên Ukraynê hat damezirandin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala damezirandina erkantiya alûgorên Ukraynê li Wezareta derve ya Îranê kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê êvara Pêncşemiyê bi gotina vêya ku Wezareta derve ya Îranê ji çend hefteyan beriya niha va alûgorên Ukraynê ji nêzik va dişopand û texmînên pêkhatî nêzikî rûdanên qewimî bûn, got: Erkantiyek li Wezareta derve ya Îranê hat damezirandin da ku mijara Ukraynê ji  nêzik va bişopîne.

Xetîbzade got: Balyozxaneya Îranê li Ukraynê hema wisa xizmetan raberî welatiyên îranî dike û li gorî pêşbîniyan, gelek ji welatiyên Îranê ji Ukraynê derketin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê helwêsta fermî ya dewleta Îranê derbarê Ukraynê jî got: Tiştê ku roja îro li navçeya derdora Îranê û Ewrasyayê diqewime, encama kiryarên handêr ên siyasî, aborî, leşkerî û çandî ye ku bi salan e qewimîne û hişyariyên taybet jî hatin dayîn, lê nehatin berçavgirtin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îran bi kûrî nîgerana alûgorên navçeyê ye û ragihandiye ku aliyên şêrr bilez berê xwe bidin gotûbêjê û rewşê ji bo çareserkirina aştiyane ya qeyran û kêşeyê xweş bikin.

 

 

Serepeyv