Sibat 22, 2022 15:25 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Gaza xwezayî pêşeroja enêrjiya cîhanê ava dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF) li Qeterê da got: Gaza xwezayî pêşeroja enêrjiya cîhanê ava dike û çavkaniyeke girîng a enêrjiyê ji bo civakê ye.

Dora şeşem a Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF) sibeha îro (Sêşemî) bi beşdariya Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, serok û nûnertiyên welatên endamê û bi axaftina mîrê Qeterê li ser mijara Ewlehiya Enêrjiyê li Cîhanê bi awayê fermî dest pê kir.

 

Di vê civînê da serokomar, serokwezîr û wezîrên enêrjiyê yên Îran, Cezayîr, Misir, Lîbya, Nîcerya, Qeter, Rûssiye, Venezuela, Trînîdad û Tobago û endamên çavdêr pêkhatî ji Komara Azerbaycanê, Iraq, Malezya, Norwêj, Pêro û Imarat jî beşdar in.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha îro di axaftina xwe di Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF) da got: Em wek welatên xwedanê zimhêrên mezin û firoşyarê gaza xwezayî divê peyama xwe bi awayekî zelal ji cîhanê ra ragihînin, armanca vê komcivînê piştevaniya ji mafên hakimiyetê yên welatên endamî û hevkariya zêdetir ji bo keşfkirina gaza xwezayî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Di rewşekê da ku cîhan tûşî pandemiya Koronayê bûye da, ez pêşniyaz dikim ku gaza xwezayî bikeve xizmeta aboriya cîhanê ya piştî qonaxa Koronayê.

 

Reyîsî got: Em wek welatên xwedanê zimhêrên mezin û firoşyarê gazê, bi armanca xurtkirina ewlehiya daxwaza gaza xwezayî, bi şopandina armanc û erka Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF), dikarin peyameke zelal ji bo misogerkirin û dabînkirna mayînde ya enêrjiyê di demkurt û demdirêj da bidin cîhanê.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Piştî derbasbûna dehikekê ji dema lidarxistina yekemîn civîna serokên vê komcivînê, aniha ku ev komcivîn bi dirûşmeya Gaza xwezayî bersivek bo pirsgirêkên geşatiya mayînde di sedana 21ê da" li Dûhayê tê lidarxistin, cîhan zêdetir ji berê hewcedara hewildana komkî ya welatên endamê ji bo pêkanîna vê dirûşmeyê ye.

Reyîsî got: Gaza xwezayî wek ardûyeke paqij, ewleh û bi çavkaniyên zengîn ên ku dikarin bên bidestxistin, ji bo dehikên pêşerojê  dê pişk û pareke berbiçav ji enêrjiya cîhanê dabîn bike û serpişkiyên aborî, teknîkîû û jîngehî yên xwe pêka ardûyîn din biparêze.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Stratejiya me wek endamên Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF) raberkirina zêdetir a gaza xwezayî bo bazara cîhanê, stratejiyeke mirovdostane ye.

 

Serepeyv