Sibat 20, 2022 23:19 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya parlamenterên Îranê ya ji bo Serokomar: Divê desteya muzakere bêyî garantî li ser ti peymanê nesekine

Zêdetirî 250 endamên meclisa şêwra îslamî ya Îranê bi weşandina daxûyaniyekê bo serokomarê vî welatî daxwaz ji desteya gotûbêjan kirin ku bêyî wergirtina garantiyan ti lihevkirinekê qebûl nekin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Seyd Muhsen Dehnewî" endamê desteya serokatîya meclisa şêwra îslamî îro Yekşem li civîneke giştî daxûyaniya zêdetir ji 250 parlementeran li bara muzakireyên Îranê yên ku ji bo serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî hat şandin, xwend.

Di bendên girîng ên vê daxuyaniyê de hatiye: Tîma danûstandinan bêyî wergirtina garantiyê bi ti rêkeftinekê qayil nabe û Amerîka û aliyên ku derheq Rêkeftina Navokî bêsozî kirine divê sizayên dijî Îranê rakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Amerîka û her sê welatên Ewropî sozê bidin gelê Îranê ku bi hincetên derewîn ên navokî, terorîzm, mûşekî û mafên mirovan, di nav de boykotên ser navê ISA, Katsa,  U-Turn û cezayên din ji ser gelê Îranê rakin.

Serepeyv