Sibat 16, 2022 21:29 Asia/Tehran
  • Meşqa Şerê di berfê da ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hat lidarxistin

Şervanên tîpên Hêza taybet a Sabirîn û Tîpa hêza taybet a Mîrza Kûçekxan û Îmam Hesenê Mucteba ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî dewreya fêrkariya şerê li nav berfê li sînorên bakurê rojavayê Îranê bi awayê serketî cih anî.

Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi mebesta xurtkiirna amadetiya yekîneyên xwe gelek kiryar pêk anîne ku temnrîna li nav berfê ya yekîneyên taybet yek ji wan e.

Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi bikaranîna rêbazên şerê di rewşa dijwar da kariye pêngaveke girîng ji bo xurtkirina ewlehiya Îranê rake û ev temrînên leşkerî bo vê mebestê pêk tên.

Di vê dewreyê da hêzên taybet ên Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi sûdwergirtina ji amûrên modern, jiyana di rewşa dijwar da û mayîna di şerê li cihê tijî berf, skiya bi çek û alavan, çêkirina şikeftên berfê, rakirina birîndaran, êrîşa di berfê da, rapl û hilkişiyana cemedê, meşa di berfê da bi erebeyê û peyaçûn û guleavêtina di berfê da temrîn kirin.

 

Serepeyv