Çile 29, 2022 13:21 Asia/Tehran
  • Balyozxana Îranê êrîşa terorîstî ya li Eyaleta Belûçistana Pakistanê şermezar kir

Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Pakistanê şeva Înê êrişa têrorîstî ya vê dawiyê ya ser leşkerên Pakistanî li Belûçistanê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Pakistanê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ev êrişa terorîstî şermezar kir û hevxemiya xwe ji dewlet û gelê Pakistanê û malbatên qurbaniyên vê cinayetê re ragihand.

Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Pakistanê di twîttera xwe de ragihand ku têrorîsm bi her cure tê mehkûmkirin û amaje bi vê yekê kir ku têkoşîna bi bandor li dijî têrorîsmê pêwîstî bi hevkariyên nêzîk di navbera welatên navçê de heye.

Artêşa Pakistanê şeva Pêncşemê ragihand ku êrîşeke terorîstî li ser sînorvanê artêş li parêzgeha Belûçistanê pêk hatiye ku di encamê de 10 leşkerên Pakistanê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku koma neqanûnî û cudaxwaz a "Eniya Rizgariya Belûç" berpirsyariya êrîşa vê terorîstî girtiye ser xwe.

Serepeyv