Mora: Gotûbêjên Viyenê gihîştine qonaxa biryardana siyasî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331739-mora_gotûbêjên_viyenê_gihîştine_qonaxa_biryardana_siyasî
Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji bo rakirina dorpêçan li Viyenê jî derbarê rawestana çend rojan a gotûbêjan aahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2022 07:27 Asia/Tehran
  • Mora: Gotûbêjên Viyenê gihîştine qonaxa biryardana siyasî

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji bo rakirina dorpêçan li Viyenê jî derbarê rawestana çend rojan a gotûbêjan aahî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Enrique Mora" êvara îniyê li twîtterê da zanîn, dewra heştem a muzakirên Viyenê ku ji 27 Kanûna Yekem ve dest pê kiribû û yek ji dirêjtirîn dewreyên gotûbêjan heta niha bûye, navberek danê ji bo bêhnvedanê.

Enrique Mora got ku beşdar dê vegerin paytextên xwe da ku şêwir bikin û rênimayan werbigirin. Mora herwiha diyar kir ku êdî pêwîstî bi biryarên siyasî heye.

Di van rojên dawî de, danûstandinkar mijûlî kemilandina rtşnivîsa rêkevtinekê û biryardana li ser hinek mijarên nakok bûne.

Piraniya heyetan qebûl dikin ku tevî aloziyên hin mijaran jî hevdîtin bi pêş ve diçin.

Dewra heştem a muzakireyên ji bo rakirina sizayan di roja Duşemî 27ê Kanûna 2021ê de dest pê kir û Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser wê yekê dike ku her çi qas cidîtir aliyên din amade bin bo rakirina sizayan û bi viyaneke cidîtir mekanîzmên ku Îranê li ser tekez dike qebûl bikin, dema gihîştina lihevhatina dawîn dê kurttir bibe.