Çile 29, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Viyenê hefteyekê hatin rawestandin

Piştî rêkeftina şanda danûstandinan a Îranê û welatên 4+1 li Viyenê, dewra heştem a gotûbêjan dê nêzîkî hefteyekê ji bo bêhnvedanê tê rawestandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li gorî rêketinama ku di navbera heyetên muzakereker ên Îranê û koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsiye û Çîn) û kordînatorê Yekîtiya Ewropayê li Viyenê pêk hat, dewra heştemîn a muzakireyên gotûbêjan dê nêzîkî hefteyekê ji bo bêhnvedanê were rawestandin.

Li gorî vê yekê, şandeyên danûstandinan îro şemiyê ji bo şêwiran vedigerin paytextên xwe.

Dewra heştem a danûstandinên sizayan ku roja Duşemî 27ê Kanûnê ya 2021ê dest pê kiribû, li gorî şandên danûstandinan bi pêş ketiye.

Piştrastkirina rakirina sizayan û dabînkirina garantiyan ku Îran tekezî li ser wan dike, du mijarên girîng ên pêvajoya danûstandinên Viyenê ne.

Serepeyv