Çile 28, 2022 23:04 Asia/Tehran
  • Xatemî: Divê hemû cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bên rakirin

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê amaje bi danûstandinên Viyenê kir û got, pêwîst e Amerîka hemû dorpêçên li ser Îranê bi temamî û herdemî rake.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), ayetullah "Seyd Ehmed Xatemî" Pêşnimêjê Înê yê demkî yê Têhranê li axavtina xwe ya li xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê got: "Amerîka ne li pey muzakereyê ye, lê li talankariyê digere. Wan xewn û xeyalên xwe yên talankirinê hene, lê ev xewnek e ku qet serê xwe negirtiye û nagire.

Pêşnimêjê Înê yê Tehranê amaje bi karesata mirovî ya li Yemenê jî kir û got: Erebistana Siûdî bi berdewamî Yemenê bombebaran dike, cihê mixabiniyê ye ku saziyên navneteweyî û di nav wan de rêxistinên îslamî yên navneteweyî li ber vê cinayetê xwe bêdeng dikin.

Ayetullah Xatem di dewamê de got: Ya ku cihê şanaziyê ye berxwedana gelê mucahid ê Yemenê ye ku eva nêzî 8 sal in bi berxwedana xwe dijmin neçar kirine paşve bikişin û ev milet hêjayî pesindayîn û piştgirîyê ye.

Serepeyv