Çile 28, 2022 21:28 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Ti danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re çênebûne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Tu muzakireyên rasterast bi Amerîkayê re nehatine kirin.

Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa nûçeyan a Îranê Press`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina bi endamên Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê raporek li ser pêvajoya muzakereyan li çar warên rakirina cezayan, peymanên nukleerî, wergirtina garantiyê û verastkirinê pêşkêş kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara hewildanên cidî yên "Elî Baqirî" serokê danûstandkar û destpêşxeriyên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û desteya muzakereyê ve hatine pêşniyarkirin raporek pêşkêş kir û got: Îradeya Tehranê ji bo gihîştina lihevkirineke baş, biîstîqrar û pêbawer teqez e. "

Emîr Ebdullahiyan bal kişande ser vê yekê ku heta niha tu gotûbêjên rasterast di navbera tîmên muzakere yên Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de pêk nehatiye û got: Şîroveyên teknîkî yên her du aliyan bi notên nivîskî yên nefermî û bi navbeynkariya hevrêzkarê Yekîtiya Ewropayê têne kirin. "

Heştemîn dewra danûstandinên derbarê rakirina dorpêçan di navbera Îran û welatên 4+1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) û kordînatorê Yekîtiya Ewropayê li Viyenê birêve diçe.

Serepeyv