Zanîngeha Netewî ya Moskowê jî doktoraya fexrî da Reîsî
Doktora fexrî ya zanîngeha dewletê ya Moskowê duh Pêncşemî pêşkêşî serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îran Press`ê, zanîngeha dewletê ya Moskowê yek ji zanîngehên herî baş ên cîhanê û kevintirîn zanîngeha Rûsyayê ye.
Li gorî karbidestekî kevn, wergirên doktoraya fexrî li Zanîngeha Neteweyî ya Moskowê bersiva du pirsên serok û endamên desteya serokatiya zanîngehê didin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê jî li merasima wergirtina dîplomaya doktoraya fexrî bersiva pirsyarên pêşkeşkirî da û got: Ezmûn nîşan daye ku em dikarin gef û metirsiyan bikin derfet û miletê Îranê jî di bin boykot û zextan de zanistên curbicur, zanîn û teknolojiyên pêşketî bi dest xistin."
Reîsî di nav civata zanîngehiyên Zanîngeha Neteweyî ya Moskowê de desnîşan kir; di dîroka peywendiyên her du welatan de em niha di qonaxeke guherînê de ne û di dewamê de got: Tê çaverêkirin ku mamostayên zanîngehan, bîrmend û navendên vekolandin û lêkolînê yên her du welatan di vî warî de roleke girîng û dîrokî bilîzin daku neteweyên cîran ên Îran û Rûsiyê bi têkelî û hevkariyên herî zêde di warên curbicur ên zanistî, çandî û aborî de, di tenahî û bi rûmet bijîn.
Di çarçoveya serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Tacîkistanê ya Îlona derbasbûyî de jî zanîngeha Netewî ya Tacîkistanê doktoraya fexrî pêşkêşî Reîsî kir.
Dr. Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwandina fermî ya hevtayê xwe yê Rûs roja çarşemiyê bi mebesta berfirehkirina peywendiyên aborî, siyasî û çandî yên her du welatan çû Moskovayê.