Çile 21, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • Admîralê Îranî: Koordînasyona navbera Îran, Çîn û Rûsyayê di asta herî jorîn de ye

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hemahengî û hevkariya hêza deryayî ya Îranê bi hêzên Çîn û Rûsiyê re di asta herî bilind de ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Admîral Şehram Îranî, fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê di çarçêva meşq û tetbîqata 2022`an a Hevbeş a Kembera Ewlehîya Deryayî de, destnîşan kir ku Çîn û Rûsiye ji wan welatan in ku li gişt mijaran bi taybet mijara deryayî wek hêzên cîhanî tên naskirin û di dewamê de got: Hêza Deryayî ya Stratejîk a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, weke hêzeke navçeyî, di heyama deh salên borî de, di navçê de hebûna xwe ya cidî û çalak hebûye.

Admîralê Îranî bi gotina vê yekê ku sê welatên Îran, Çîn û Rûsiye, aramî û ewlehiya deryayî bêyî hevpeymaniya bi welatên rojavayî re û bi awayekî serbixwe dabîn dikin û got: Pir girîng e ku ev her sê welat bi rêz û hurmetê li kêleka hevdu bibin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Îranê destnîşan kir: Di heyama du salên derbasbûyî de, meyl wisa bûye ku îro hevahengiya navbera Îran, Rûsiye û Çînê di asta xwe ya herî bilind de ye.

Tetbîqata Hevbeş a Kembera Ewlehiya Deryayî ya sala 2022ê sibeha îro Înê li bakurê Oqyanûsa Hindê bi amadebûna yekîneyên bejahî û firînê yên hêzên deryayî yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Supaya Pasdarên Inqilaba Îslamî û hêzên deryayî yên Çînê û Rûsyayê dest pê kir. 

Serepeyv