Civîn û şêwra wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Moskowayê li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Rûs li ser girîngtirîn mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr- Ebdullahiyan, îro (Pêncşemî) li Moskowayê bi Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî.
Di vê hevdîtinê de wezîrên karên derve yên her du welatan li ser peywendiyên navbera her du welatan di warên curbicur ên siyasî, aborî û çandî de gotûbêj kirin.
Di hevdîtina Emîr- Ebdullahiyan û Lavrov de mijarên girîng ên herêmî û navneteweyî jî hatin hilkolandin.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li vê hevdîtinê li bara giringiya seredana “Seyd Îbrahîm Reîsî” serokê Komara Islamî ya Îranê bo Moskowayê got: Yekem seredana serokomarê Îranê bo Moskowayê xwedî giringiyek mezin e.
Lavrov got ku her du serokan "danûstandinên berfireh" kirin û ev serdan "kurt" lê bi feyde bi nav kir û amaje bi gotara Reîsî ya li Dûmaya Dewleta Rûsyayê jî kir.