Çile 20, 2022 23:16 Asia/Tehran
  • Reîsî: Amadekariyên dawîkirina belgenama berfireh a hevkariyên Îran û Rûsyayê hatine kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi amadebûna li civîna çalakên aborî yên Rûsîyê pêgirî kir: Amadekariyên dawîkirina belgeya berfireh a hevkariyên Îran û Rûsiyê hatine encamdan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, îro (Pêncşemê) piştî serdana xwe ya du rojî bo Rûsyayê, bi komek ji çalakên aborî û karsazên Rûsîyê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Raîsî naskirina nêrînên çalakvanên aborî yên li Rûsyayê gelekî girîng wesif kir û got: "Asnasiya serkirde û rayedarên her du welatan bi nêrîna çalakvanên di warê bazirganî û aborî de dikare di warê makro de bi bandor be. û biryarên stratejîk ên ji bo hevkariya dualî."

Serokomarê Îranê her wiha got: Rûsiya xwediyê şaristanî û çandeke giranbuha ye û li her du welatên Îran û Rûsiyê gelek kapasîteyên ji bo pêşxistina hevkariyê hene.

Reîsî cîrantî, berjewendî û dijminên hevpar wek sedemên pêwîstiya zêdekirina hevkariyên Îran û Rûsyayê nîşan da û got: "Li gel berjewendiyên hevpar, dijminên me yên hevpar jî hene ku naxwazin li herêmê pêşketin û geşepêdan pêk werin, lê divê em pêşketin û berfirebûnê û geşepêdan bigihînin wê radeyê ku yên din nikarin bikevin nav vê herêmê da ku bigihin armancên xwe yên siyasî û çandî.

Serokomarê Îranê bal kişande ser hevdîtina digel hevtayê xwe yê Rûs û got: "Di vê hevdîtinê de me li ser mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir û me bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li ser vê yekê li hev kirin ku divê zirûf û şiyanên hevkariyên Îran û Rûsyayê baştir bên bikaranîn û Korîdora Bakur- Başûr were aktîfkirin û pirsgirêkên li pêşberî aktorên aborî werin çareserkirin.

Reîsî bal kişande ser pêwîstiya guhertina sîstema diravî û bankî di navbera Îran û Rûsyayê de û got: Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bankayên navendî yên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê dikarin li ser aktîvkirina bankên Îran û Rûsyayê li her du welatan razî bibin da ku aktorên aborî bikarin bi hêsanî pereyan biguherînin û aboriya xwe bikin.

Beriya axaftina Serokomarê Îranê hin çalakvanên aborî yên Rûsyayê nêrînên xwe û pirsgirêkên pêşxistina peywendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de anîn ziman.

Serepeyv