Civîna Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê bi “Seyd Îbrahîm Reîsî” re li Moskowayê
Çile 20, 2022 20:39 Asia/Tehran
Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê li Moskovayê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî îro (Pêncşemê) li hevdîtina tev Ravîl Eynuddîn serokê Civata Misilmanên Rûsîyê li Moskowayê got: Ev seredan dê bibe xaleke werçerxan û girîng di peywendiyên aborî, siyasî û bi taybetî çandî yên Îran û Rûsyayê de.
Serokê Civata Misilmanên Rûsyayê Ravil Eynuddîn jî Serokomarê Îranê vexwendibû ku li Mizgefta Mezin a Moskowayê amade bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, duh Çarşemê, li ser vexwendina serokomarê Rûsiyê Vladimîr Pûtîn, bi serokatiya şandeke pilebilind çû Moskowayê.