Çile 19, 2022 18:17 Asia/Tehran
  • Serokomarên Îran û Rûsiyê civiyan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokomarê Rûsiyê derbarê mijarên eleqedar ên dualî civiyan û wan gotûbêj kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di serê taximeke payebilind da roja Çarşemiyê derbasî Moskoyê bû.

 

Ji bilî hevdîtina di gel serokomarê Rûsiyê, beşdarî û axaftina di civîna gelemperî ya meclîsa Dûmayê, hevdîtina di gel îraniyên niştecihê Rûsiyê û civîna hevfikirîna di gelê çalakên aborî yên ûris ji bernameyên durojî yên serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Rûsiyê ne.

Şiroveya nûçeya hevdîtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokomarê Rûsiyê piştî wergirtina ji navenda Ragihandinê ya serokomartiyê dê were weşandin.

Serepeyv