Çile 17, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Piştî 6 salan; 6 dîplomatên îranî li Cedeyê bi cih bûn

Bi şandina sê dîplomatên îranî, nûnertiya îranî li ba Rêxistina Hevkariya Îslamî piştî 6 salan çalakiya xwe li Cedeyê ji nû va dest pê dike.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê 23ê Kanûna 2021ê di civîna xwe ya di gel Fuad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê li Têhranê tevî amajeya bi rola Bexdayê di lidarxistina çar dorên gotûbêja navbera Îran û Erebistanê da, got: Erebistana Siûdî dayîna vîzayê ji bo sê dîploamtên Îranê wek dîplomatên bicihbûyî li Saziya Hevkariya Îslamî li bajarê Cedeyê pejirandiye û vîzzaya van dîplomatan hatiye wergirtin.

 

Serepeyv