Çile 16, 2022 22:27 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 31 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 132 hezar û 75 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 16 Çileya 2022 ragihand ku 2 hezar û 292 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. 

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 221 hezar û 33 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 64 hezar û 646 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên borî de 413 hezar û 144 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê herwiha ragihand ku heta niha 60 milyon û 321 hezar û 108 kesan doza yekem, 53 milyon û 130 hezar û 215 kesan doza duyem û 12 milyon û 521 hezar û 856 kesan jî doza sêyem a Vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara giştî ya vaksînên hati derzîkirin li Îranê gihîştiye 125 milyon û 973 hezar  û 179 dozî.

Serepeyv