Çile 11, 2022 11:25 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya Qalîbaf bo Serokê Parlimana Iraqê

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê bi peyamekê bo Muhemed Helbûsî, bijartina dubare ya wî wek serokê Parlimana Iraqê lê pîroz kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Qalîbaf di vê peyamê da tevî pîrozkirina hilbijartina Helbûsî, dilniyayî da ku bi piştgiriya meclîsên du welatan, danûstandinên birayane navbera Îran û Iraqê di warên cûr bi cûr da zêdetir ji berê bibe.

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku hevkariyên parlimanî yên dualî wek beşeke girîng a pêwendiyên dostane yên Têhran û Bexdayê dê bibe ssebeba xurtbûna danûstandinên du welatan di warên cûr bi cûr da, serokê Parlimana Iraqê bo serdana Îranê vexwend.

 

Serepeyv