Taximên Îran û Rûsiyê di dewama gotûbêjên Viyenê da civiyan
Çile 10, 2022 17:27 Asia/Tehran
Di dewama gotûbêjên Viyenê da, taximên Îran û Rûsiyê civiyan.
Li gorî rapora ISNAyê, Di dewama şêwirîna di gel endamên Koma 4+1ê li dora heştem a gotûbêjên Viyenê da, hevdîtina navbera taximên Îran û Rûssiyê bi amadebûna serokên du taximan li Hotêl Koborgê tê lidarxistin.
Dora heştem a gotûbêjên Viyenê ji Duşemiya hefteya borî va dest pê kiriye û gotûbêj di riyeke berbipêş lê bi baldarî da pêş va diçin.
Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku eger li Viyenê lihevkirin pêk were, destpêkê aliyê binpêkerê Lihevkirina Navokî divê boykotan rake û piştî ceribandina rastiyê, kiryarên navokî yên Îranê di di çarçova Lihevkirina Navokî da pêk werin.