Xetîbzade: Hin aliyên biyanî hewl didin li Qazaxistanê aloziyan derbêxin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê pêncşemê şeva buhurî bal kişand ser vê yekê ku pêşhatên heyî yên li Qezaxistanê mijareke navxweyî ye û destnîşan kir ku hin aliyên biyanî ji vê rewşê sûd werdigirin û ji bo gurrkirina aloziyan û têkbirina aramiya vî welatî mudaxile dikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Seîd Xetîbzade destnîşan kir ku îstiqrar û ewlehî li Qezaxistanê giringiyek taybet heye û hêvî xwest ku pêvajoya vegerandina aştiyê li vî welatî her ku diçe bileztir bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li dawîyê pêzanînên xwe nîşan da ku dewlet û miletê zîrek û baqil ê welatê dost, bira û cîran ê Qezaxistanê dê bi yekîtiya navxweyî û bi awayekî guncaw bersiva hewlên xirabkarên biyanî bidin.
Nerazîbûnên li Qazaxistanê roja Yekşemê piştî xwepêşandanên xelkê Qazaxistanê yên ji ber bilindbûna bihayê sotemeniyê dest pê kirin.
Hejmara kuştî û birîndarên xwepêşanên li Qazaxistanê heta niha nehatiye eşkerekirin, lê polîs ragihandiye ku herî kêm 13 leşker hatine kuştin.
Ji aliyê din ve îro ajansa Sputnikê li ser zarê polîsê Qazaxistanê ragihand ku zêdetirî 2 hezar xwepêşander hatine binçavkirin.