Çile 03, 2022 20:40 Asia/Tehran
  • Piştî 666 rojan miriyên koronayê li Îranê daket bin 25 kesan

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 22 nexweşên din ên Koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 702 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 3ê Çileya 2022 li Îranê hezar û 677 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 198 hezar û 590 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 42 hezar û 589 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku di 24 saetê borî de 419 hezar û 585 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: 59 milyon û 909 hezar û 150 kesan doza yekem, 52 milyon û 140 hezar û 405 kesan doza duyem û 8 milyon û 373 hezar û 467 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Li Îranê lêdan vaksîna Koronayê derket 120 milyon û 423 hezar û 22 dozan.

Serepeyv