Çile 03, 2022 20:18 Asia/Tehran
  • Reîsî: Divê Trump cinayetkar were darizandin û tolhildan

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Trump serokomarê wê demê yê Amerîkayê wek qatil û tawankarê sereke yê terorkirina Serdar Qasim Silêmanî divê bê dadgehkirin û tolhildan jê were kirin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Seyd Îbrahîm Reîsî li merasima duyemîn salvegera şehadeta Hac Qasim Silêmanî li Nimêjgeha Tehranê, ji Amerîka û dijminên gelê Îranê re got: We wer fikir kir ku qey 3'ê Çileya 2020 roja bidawîbûna Hecî Qasim e, lê ev fikra we pir şaş  û pûç e, ji ber ku 3'ê Çileyê bû roja ji dayikbûna dubare ya Hecî Qasim.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Hac Qasim Silêmanî mêvanê fermî yê serokwezîrê Iraqê bû û Amerîkiyan hem serweriya Iraqê binpê kirin û hem miletek terorkirin.

Reîsî got heke mekanîzma darizandina adilane a Trump û Pompeo û sûcdarên din di dadgehek adil de were dabînkirin û li ser vî sûca wan a hovane lêkolîn were kirin û ew ji ber kiryarên xwe yên rezîl werin cezakirin, gelek baş e, nexwe hûnê şik û guman nexin dilê xwe ku wê umet tola rijandina van xwînan ji we hildin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vîya ku Hac Qasim bi naskirin û bikaranîna derfet û zirûfan di wextê xwe de, bereya Hizbullaha kire bereya berxwedanê ya navçeyî û navneteweyî û di dewamê de got: Hec Qasim bi naskirina potansiyela ciwanan, ew bi xisletên wekî wêrekî, mêrxasî û motîvasyoneke hêja ji bo rûbirûbûna li hemberî hêza îstikbarî amade kirin.

Reîsî bal kişand ser vê yekê ku Hac Qasim Silêmanî mektebek bû û got: Ev mekteb bi teror û mûşekan wêran nabe û ji nav naçe û mekteba Hac Qasim dê her bimîne û nemir bibe.

Serepeyv