Wezareta Derve ya Îranê bersiva îdiayên Robert Malley da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Pirsgirêkên ku roja îro li navça rojavaya Asyayê çêbûne, di encama destwerdana welatên dervayî navçê de ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê di civîna çapemeniyê ya heftane de bersiv da pirsa nûçegihanê Îran Pressê derbarê îdiaya nû ya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê Robert Malley(Malî) ya ku dibêje Îran bernama xwe ya mûşekî ji bo tehdîdkirina cîranên xwe bikar tîne.
“Seîd Xetîbzade” bal kişande ser vê yekê ku helwêstên zêdexwaziyê yên Waşîngtonê tundtir bûne û di dewamê de got: “Amerîka li şûna ku destêwerdanê di prosesên asayî yên navçê de bike, hedê navberiya xwe û herêmê bi parêze.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: "Amerîka baş dizane ku bi firotina bi milyaran dolar çekên pêşketî, ne tenê nikare aştî û aramiyê bîne navça me, belkî ji her demê zêdetir standardên xwe yên ducurî îsbat dike."