Reyîsî: Şehîd Sulêymanî sembola besîret û sozdariya derheqê welayetê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şehîd hac Qasim Sulêymanî di berevaniya ji sînorên dîn berxwedanê da sembola besîret û sozdariya derheqê peymana welayetê ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di axaftinekê da li Kongreya navneteweyî ya elame Misbahê Yezdî li Têhranê, her wiha got: Hac Qasim Sulêymanî wek mêrekî li meydanê, iltizama xwe ya emelî nîşan da û di berevaniya ji sînorên dîn û qada dîn û berxwedanê wek semboleke besîretê, semboleke sozdariya derheqê peymana welayetê ye.
Reyîsî her wiha tevî pesndana kesayetiya elame Misbahê Yezdî got: Ayetullah Misbahê Yezdî hem di warê Xwedênasî û mirovnasiyê da û hem di warê bîrdozî, bawerî û bawerînasiyê da û hem jî di warê ziyannasiyê da xwedan bîr û raman bû û gelek pirtûkên wî yên sûdmend jî hebûn.