Wezîrê derve yê Îranê hêviya bidawîhatina krîza Yemenê anî ziman
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hêvî xwest ku hewlên hemû welatên navçê bi taybetî Îran û Umanê rê li ber bidawîhatina kirîza Yemenê veke.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê bi şêx Xelîfe Harîsî alîkarê wezîrê karên derve yê Umanê ku ji bo beşdariya li civîna Komîteya Hevbeş ya şêwirên Stratejîk li li Têhranê ye, hevdîtinek pêkanî û Komara Îslamî ya Îranê pêbendê çareseriya siyasî ji bo pirsgirêkên dualî û navçeyî da zanîn û li ser amadebûna Tehranê ji bo gotûbêj û hevdîtinên bi welatên navçê re ji bo baştirkirina peywendiyên dualî tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê, başkirin û berfirekirina peywendiyên digel cîranan ji karên pêşîn ên siyaseta derve ya dewleta Îranê da zanîn û li ser pêgeha taybet a Umanê di nav cîranên Komara Îslamî ya Îranê de pêgîrî kir.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha pêgirî li ser pêwîstiya hewlên rayedarên Îran û Umanê ji bo zêdekirina qebareya peywendiyên bazirganî di navbera her du welatan de di çarçêva peywendiyên dostane yên her du welatan de kir.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Umanê jî her wiha hêviya bidawîhatina aştiyane ya qeyrana Yemenê kir û diyar kir ku Mesqet pêşwazî û piştgiriya rê û rêbazên aştiyane û muzakereyên ji bo kêmkirina pirsgirêkên navçêî dike.